Cotmeh 28, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Pabendbûna Hemasê ji bo cihanîna tam a qonaxa yekem a peymana agirbesê

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê tekez kir ku ev tevgera pabendî kemilandina qonaxa yekem a peymanê bona girtina pêşiya her hinceteke dagirkerên Siyonîst e.

Hazim Qasim, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî(Hemas), ragihand: Me biryarek cidî girtiye ku di demek herî kurt de cenazeyên girtiyên siyonîst radest bikin da ku ji bo berdewamiya cinayetên artêşa terorê li Xezzeyê hincetek nemîne û di vê çarçoveyê de me heta niha  kariye cenazeyên 18 girtiyên siyonîst tevî nebûna îmkanan radest bikin.

Wî gotinên dagirkeran derbarê viya ku Hemas cihê cenazeyên siyonîst dizane lê wan eşkere nake, tam derew nirxandin. Qasim her wiha tekez kir: Gelê Xezzeyê jî mafê wan heye ku alavên pêwîst hebin da ku cenazeyên nêzîkî 10 hezar şehîdên xwe werbigrin, cenazeyên ku hîn jî di bin kavilan de mane.

Serepeyv