Cotmeh 23, 2025 14:55 Asia/Tehran

Leşkerên Rejîma Sîyonîst di dewama binpêkirina berdewam a agirbesê da êrişî navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê ji wan Quds, Nablos, Cinîn, Tobas, Xelîl u Ramellahê kirin u di encamê da çend filistînî desteser kirin.

Di encama êrişên leşkerên Rejîma Sîyonîst da herîkêm 3 ciwanên filistînî jî hatin birîndarkirin. Li Cinînê hêzên dagirker êrişî baajrokê Sîle Harisîyê kirin u Raid Se`dî êxsîrê ku hatibû azadkirin, desteser kirin. Hêzên Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî gundên Tîyaser li Tobasê u Yamonê li rojavaya Cinînê kirin. Hêzên dagirker li şarê Xelîlê jî dor li Nexweşxana Ehlîyê girtin. Rejîma Sîyonîst herwiha di dewama binpêkirina agirbesê u domandina destdirêjîya dijî Libnanê da, hin navçeyên bakur u rojhilata vî welatî dan ber bobmeyan. 

Di vê navberê da UNRWAyê jî ragihand ku rewşa Zîvala Xezzeyê bikaresat e u Xezze di bin kavilan da maye. UNRWAyê pêgirî kir ku zêde ji 61 milyon ton kavil u kelefeyan Xezze dapêçaye û hin tax hema ser xerîtê ne dîyar in. Di vî halî da Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê jî ragihand ku rewşa Xezzeyê ji ber xela  ubirsîbûn, belavbûna nexweşîyan û hilweşîna pergala tenduristî u dermankirinê, bikaresat e. 

Firançêska Albanîz Raportera Taybet a NY jî derbara rewşa mafên merivan li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê da ragihand ku agirbesa li Zîvala Xezzeyê têra sekinîna hibmer jînosayda filistînîyan a bi destê dagirkerên sîyonîst ku Amerîka piştgirîyê ddie wan, nake. 

Serepeyv