Dewama karesata mirovî ya li Xezzê
Bernameya Cîhanî ya Xwerekê û Bernameya Avedankirinê ya NY basa dewama qeyrana li Xezzê ya ji ber astengîderxistinên Rejîma Siyonîst li hevhatina agirbesê kirin.
Bernameya Cîhanî ya Xwerekê bi weşandina daxuyaniyekî ragihand ku alîkariyên ku heta nika derbasî Zîvala Xezzê bûne, tenê ji bo du heftiyan têra nîv mîlyon kesî dikin. Vê saziyê herwiha pêgîrî kir ku şandina alîkariyan bi qasê têrê nepêkan e ji ber ku hemû derbasgehên sînorî ser karewanên alîkarîgîhandinê venebûne. Di eynî demê de Bernameya Avadankirinê ya NY li Erdên Dagirkirî, şert û mercên ji nûve avakirina Xezzê pirr dijwar wesif kir û ragihand ku ev navçeya hewcetî li sitargehên lezgîn ji bo awareyan û ramalîna bi hezaran Ton kavilî û kelefeyan heye.
Eva di halekî da ye ku tevî şert û mercên dijwar û kaviliyan, hejmareka zav a malbatan li bajarê Xezzê kavilî û kelefeyên malên xwe radimalin û malên xwe ji nû ve ava dikin.