Di encama 80 caran binpêkirina agirbesê li Zîvala Xezzê ji aliyê dagirkiran ve 97 kes şehîd bûne
Nivîsgeha medyayî ya Xezzê ragihand ji dema ragihandina bidawîhatina şerrê dijî Xezzê ve, dagirkiran rêze binpêkirinên cidî û berdewam cih anîne ku eva tê wateya binpêkirina aşkera ya biryarnameya agirbesê û qanûnên mafên mirovan.
Nivîsgeha medyayî ya Xezzê herwiha ragihand: Ev binpêkirin ku 80 xal in, gulleavêtina rasterast a ser sivîlan, bombebaran, gulleberdana bi qest û girtina hejmareka sivîlan digire ber xwe û ev karane nihêrîna êrişkar a berdewam a dagirkiran tevî agirbesê nîşan dide. Nivîsgeha medyayî ya hikûmetê li Xezzê herwiha ragihand ku dijminê Siyonîst ji dema biryara agirbesa di şerrê dijî Xezzê de, 80 caran agirbes binpê kiriye ku di encamê de 97 kes şehîd bûne û 230 kes jî birîndar bûne. Anegorî nûçeyeka din artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku di encama pevçûnên îro yên li Zîvala Xezzê de 2 leşkerên wê hatine kuştin û leşkerekî zimhêr jî li Xezzê bi giranî birîndar bûye.