Êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê u binpêkirina agirbesê
Rejîma Sîyonîst di çarçova binpêkirina dubare ya agirbesê da careka din êrişî deverên curbicur ên Xezzeyê kir.
Di encama êrişa balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser rojhilata Cibalîyayê da 2 filistînî hatin şehîdkirin u 2 kes jî hatin birîndarkirin. Hêza Hewayî ya Rejîma Sîyonîst di dewama binpêkirina agirbesê da, êrişî başûra Refehê kir ku di encamê da pevçûn derket udi encama pecçûnan da 2 leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst hatin kuştin u 2 sîyonîst jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên piştî agirbesê da, heta nika 38 filistînî hatine şehîdkirin u 143 kes jî hatine birîndarkirin. Eva di halekî da ye ku Tevgera HAMASê pêgirî kirîye ku pabendê rêkevtinameya agirbesê ye. Hazim Qasim Berdevkê Tevgera HAMASê pêgirî kirîye ku dagirkeran ji destpêka agirbesê va, bi caran ew binpê kirine û derengvekirina derbasgeha Refehê jî binpêkirina aşkira ya rêkevtinameya agirbesê û berçavnegirtina hewlên navbeynkara ye. Bi dû astengîderxsitina Rejîma Sîyonîst ser rêya derbaskirina alîkarîyên mirovdostane bo Zîvala Xezzeyê, UNICEFê careka din derheq rewşa bikaresat a mirovî li Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku filistînî bilî alavên berdestkirin u parvekirina avê, hewcetî bi ardû, kon u ava vexwarinê jî hene.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê jî raghiand ku meytên 15 şehîdên din ku Rejîma Sîyonîst roja yekşemê bi saya Lêjneya Navdewletî ya Xaça Sor radest kirîye, wergirtîye û pêgirî kirîye ku ser meytê hin şehîdan şopa işkence, lêdan, girêdana dest u çavan dîtîye.