Cotmeh 12, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Hemas: Azadkirina girtiyan ji sibê ve destpê dike

Yek ji rêberên Hemasê derbarê destpêkirina pêvajoya azadkirina 48 girtiyên zindî û mirî ku piraniya wan siyonîst in, li Xezzê ji sibê Duşemê ve agahî da.

Usame Hemdan got piştî vegera girtiyan ji Xezzeyê, li gorî xalên  qonaxa yekem a peymana agirbesê, Rejîma Siyonîst dê nêzîkî 2 hezar  girtiyên filistînî berde. Hisam Bedran, endamekî Hemasê, jî ragihandiye ku heke rejîma Siyonîst êrişa xwe ser Xezzeyê dest pê bike, ev tevger jî ji bo şer amade ye. Wî destnîşan kir ku muzakirên duwemîn  qonaxa  peymana agirbesê muhtemel e aloztir bibin. Bedran got ku ti çavdêr an analîzorek  fikir nedikir ku ev şer dê du salan bidome, lê komên berxwedanê  berdewam li ber xwe dan û hinek derbe li artêşa rejîma dagirker dan. Bedran derbarê  qonaxa dudyan a muzakireyan got ku ev beşa muzakiran dê mîna qonaxa ewil hêsan nebe. Wî destnîşan kir ku di qonaxa dudyan de, plana Donald Trump xalên tevlihev digre ber xwe ku ji bo çareserkirina wan  hewcetî bi demeke zêdetir heye lê beriya her tiştî gotûbêja neteweyî ya Filistînê ji bo gihêştina bo bersiveke tam û tekûz û neteweyî pêwîst e .

Serepeyv