Cotmeh 10, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê amara nû ya şehîd û birîndarên şerê Xezzeyê ragehand.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku tevî ragihandina agirbesê li Xezzeyê, di 24 sietên borî de cenazeyên 17 şehîd û 71 birîndaran gihîştine nexweşxaneyan.Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, dewama cinayetên artêşa terorê li Xezzeyê rexne kir û ragihand ku hejmara şehîdên şerê Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve gihîştiye 67 hezar û 211 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 169 hezar û 961 kesan. Artêşa Rejîma Siyonîst îro derbarê mirina  yek ji leşkerên xwe yên ji tîpa 614an di encama  pevçûnên li bakurê Xezzeyê agahî da. Agirbesa li zîvala Xezzeyê îro ket meriyetê û aware dest bi vegera bo   navçeyên xwe kirine.

Serepeyv