Şehîdbûna 10 filistîniyên din li Xezzeyê /Hejmara şehîdan gihişt 67 hezar û 183 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di dewama êriş û jînosayda bi destê siyonîstan li vê navçeyê di 24 sietên borî de 10 filistîniyên din şehîd bûne û 61 kes jî birîndar bûne.
Hevdem digel destpêkirina muzakirên agirbesê di navbera komên filistînî û nûnerên rejîma dagirker a siyonîst li Misrê cinayetên siyonîstan li Xezzeyê berdewam dikin, û di 24 sietên borî de 10 filistîniyên din li Xezzeyê şehîd bûne, bi vî awayî hejmara şehîdên vê herêmê ji destpêka şêrr ve gihîştiye 67 hezar û 183 kesan. Hejmara şehîdên nasyar bi ``pariyeke nîn`` li Xezzeyê jî gihîştiye 2 hezar û 613 kesan û 19 hezar û 164 kes jî birîndar bûne. Li gorî nûçeke din nivîsgeha ragihandinê ya Xezzeyê ragihand ku siyonîst her roj du kadroyên pizîşkî li vê herêmê dikujin û her du rojan carekê di encama êrişên hovane yên siyonîstan ser vê herêmê de 13 filistînî nivîşkan û seqet dibin û her sê rojan carekê, rojnamevanek li vê herêmê şehîd dibe.