Cotmeh 01, 2025 16:21 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 66 hezar u 148 kesî

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, zêde ji 231 kesên din di 24 saetên buhurî da hatine şehîdkirin u birîndarkirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetên buhurî da 51 filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser wê herêmê da hatine şehîdkirin u 180 kes jî hatine birîndarkirin.

Bi vî awayî hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 66 hezar u 148 kesî.

Gellek filistînî jî di bin kavil u kelefeyan da an jî meytê wan li kolanan mane û tîmên hawargiheştin u Berevanîya Sivîl nikarin xwe bigihînin wan. 

Serepeyv