Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê îro bi daxuyaniyekê derbarê şehîdbûn û birîndarbûna zêdetirî 232 filistîniyan di 24 sietên borî de agahî da û bi vî awayî hejmara şehîdên şerê jînosaydê gihîşt 66 hezar û 97 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di rapora xwe ya rojane de ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de 42 şehîd û 190 birîndar ji bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.Vê Wezaretxaneyê tekez kir ku hîna hejmareke zêde ji qurbaniyan di bin kavilan de û li kolanan de ne û tîmên rizgarkirinê û berevaniya sivîl heta niha nekarîne bigihîjin wan. Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, bi berçavgirtina amarên nû, hejmara giştî ya şehîdên êrişên rejîmê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 66 hezar û 97 şehîd û hejmara birîndaran jî rabûye 168 hezar û 536 kesan. Li beşa şehîdan bi navê pariyeke nan jî di 24 sietên de pênc kes şehîd bûne û 56 kes birîndar bûne, û hejmara giştî ya şehîdên vê beşê yên ku ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin gihîştiye 2 hezar û 576 kesan û hejmara birîndaran jî ji 18 hezar û 873 kesan zêdetir e.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî di amarên xwe yên herî dawî de ragihand: 453 welatiyên filistînî, ji wan 150 zarok, ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê li zîvala Xezzeyê şehîd bûne. Vê wezaretxaneyê her wiha got ku ji dema ku NY bi fermî li zîvala Xezzeyê îlana Xelayê kir, 175 mirin ji ber kêmbûna xwarinê, ji wan 35 zarok, hatine tomar kirin.Eva di halekî de ye ku UNICEF, di daxuyaniyekê de tekez kir ku rewşa zarokan li Xezzeyê di warê xwarin, tenduristî û dermankirinê de nalebar e û tekez kir ku pêdivî bi alîkariya bilez û berfireh ji bo zarokan û malbatên zîvala Xezzeyê heye û hevdem li gel berfirehbûna xela û hilweşîna binesaziyên jiyanê li Xezzeyê êrişa ser karwanên alîkariyê û zewtkirin an jinavbirina wan ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve bûye pêvajoyeke her rojî.