Îlon 29, 2025 17:38 Asia/Tehran
  • Xezze- Berdewambûna cinayetên sîyonîstan u şehîdkirina 31 filistînîyên din

Çavkanîyên nûçeyan ên filistînî ragihandin ku 31 filistînîyên din ji berbanga îro va di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê da hatine şehîdkirin.

Êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê nemaze ser Xezzeyê didomin û di encama wan da 31 filistînîyên din ji berbanga îro va hatin şehîdkirin.ji vê hejmarê 24 filistînî li şarê Xezzeyê hatine şehîdkirin.

Rêvebirê Dayra Orjans û Pizişkîya şarê Xezzeyê jî amajeyî bicihbûna berfire ya hêzên Rejîma Sîyonîst li deverên curbicur ên vî şarî kir u got ku ambulans di hatin u çûyîna li Xezzeyê tûşî gellek dijwarîyan dibin û pirranîya nexweşxaneyên bakur u şarê Xezzeyê ji kar ketin. 

Serepeyv