Hamas: Destnîşankirina çarenûsa filistînîyan ne mafê bîyanîyan e
Endamekî Polîtbîroya Tevgera Hemasê pêgirî kir ku vê tevgerê hela ti pêşnîyareke fermî ji rêya navbeynkaran wernegirtîye û got ku ne mafê bîyanîyan e ku çarenûsa filistînîyan kivş bikin.
Hisam bedran got: Isûlên me di muzakireyan da, kivş in. Me ti daxwazeke dîyarkirî û taybet tineye û armanca me di çarçova berjewendîyên gelê Xezzeyê da ye. Wî got ku me bi komên berxwedêr ên filistînî ra têkildarî daxwazan rawêjkarî û hevahengî kirîye û em hemî dixwazin ku şer bi dawî were.
Vî endamê payebilind ê Tevgera Hamasê bi vê pirsê ku gelo Tonî Bilêr bi çi postekê birêvebirina hikûmeta Xezzeyê girtîye destê xwe, di halekî da ku kesekî nayê-qebûlkirinê ye u gelê Filistînê jî wî naxwaze? got: Siberoja Xezzeyê ya piştî şêrr, mijareke navxweyî ye û ne mafê ti kesekî bîyanî ye ku çarenûsa gelê Filistîê destnîşan bike.