Îlon 28, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên artêşa terorê li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên Filistînê

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku zêdetirî 458 filistînî di 24 sietên borî de hatine şehîdkirin u birîndarkirin. Bi vî wayî hejmara şehîdên şerê jînosaydê gihîşt 66 hezar û 50 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di rapora xwe ya rojane de ragihand ku di 24 sietên borî de 79 şehîd (ji wan 2 kesên ku cenazeyên wan ji bin kelefeyan hatine derxistin) û 379 birîndarên din hatine veguhastin bo nexweşxaneyên vê zîvalê. Vê wezaretxaneyê tekez kir ku  hîna hejmareke zêde ya qurbaniyan di bin kavilan û li kolanan mane û tîmên rizgarkirinê û berevaniya sivîl heta niha nekarîne xwe bighînin wan.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, bi amarên nû, hejmara giştî ya şehîdên êrîşên vê rejîmê ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha gihîştiye 66 hezar û 5 kesan û 168 hezar û 162  kes jî birîndar bûne . Vê wezaretxaneyê her wiha tekez kir ku ji 18ê Adara 2025an ve ( ku rejima dagirker agirbes binpê kir) heta niha 13 hezar û 137 kes şehîd bûne û 56 hezar û 121 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv