Îlon 27, 2025 18:02 Asia/Tehran

Berdevkê Sersekreterê NY ji ber tundkirina operasyona Rejîma Sîyonîst a li Xezzeyê di 2 rojên buhurî da, dilnigeranbûna xwe dîyar kir.

Stêfan Ducarîk Berdevkê Sersekreterê NY gotîye ku tevî berdewambûna awarebûna niştecihên Xezzeyê ber bi başûra vê herêmê va, bi dehan hezar kes hela jî li vî şarî hewcedarê alîkarîyên mirovdostîyê ne. Stêfan Ducarîk bal kişand ser êrişên hewayî yên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê ku tê gotin di her 8 an 9 xulekan da pêk tên kir u got ku maşînên Rêxistina NY jî li Zîvala Xezzeyê ketine ber êrişan u vê yekê hawargiheştin u alîkarîya bo sivîlan rastî zehmetîyê kirîye. Wî pêgirî kir ku ew êrişana nayên qebûlkirin û divê demlidest bên sekinandin.

Berdevkê Sersekreterê NY herwiha ji ber êrişa ser kesên bi dû wergirtina alîkarîyên mirovdostane ne, heyf û mixabinîya xwe dîyar kir û xwest ku qanûnên navdewletî bên berçavgirtin u sivîl û binesazîyên mirovdostîyê bên parastin. 

Di vî halî da, Rêxistina Pizişkên Sînornenas di daxûyanîyekê da ragihand ku ji ber dorpêçbûna kilînîkên wê ji hêla leşkerên Rejîma Sîyonîst va li Zîvala Xezzeyê, neçar maye ku tevî hewcedarîyên berfire yên di warê xizmetên dermankirinê da, karên xwe rawestîne. 

Wezareta Tenduristîyê ya Zîvala Xezzeyê jî hişyarî da ku mirina merivan a ji birsîya û ji ber bedxworakîyê didome û pirranîya gorîyan jî zarok in û kêmbûna xwarek u dermîn, bûye sedema girantirbûna qeyrana merivî li vê herêmê. 

Serepeyv