Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
Îlon 25, 2025 13:08 Asia/Tehran
Di encama êrişên di 24 saetên buhurî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzê de 83 kes şehîd bûn û 216 kes jî birîndar bûn.
Di encama êrişa ser kesên ku di rêza wergirtina xwerin yan alîkariyên mirovdostane de bûn jî di 24 saetên buhurî de 7 kes şehîd û 50 kes birîndar bûne. Hejmara giît şehîdan ji destpêka şerrê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst ser Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika, rabûye 65 hezar û 427 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 167 hezar û 376 kesî. Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand hîna hejmareka zav a goriyan di bin kelefe û di kolanan de mane û tîmên alîkarîgîhandin û rizgarkirin û berevaniya sivîl heta nika nekarîne xwe bigihînin wan.