Qessamê derbên giran li dagirkerên sîyonîst xistin
Îlon 24, 2025 17:10 Asia/Tehran
Têkoşerên berxwedêr ên filistînî li Xezzeyê dîsan derbên giran li leşkerên sîyonîst ên dagirker xistin.
Tabûra Qessamê ragihand ku bi mûşeka Yasîn- 105ê êrişî tankeke Merkava ya artêşa Rejîma Sîyonîst kir ku li herêma Til Hewayê li başûra şarê Xezzeyê bû.
Qessamê herwiha ragihand ku bi hawanan u rokêtên kurtmenzîl ên Recûm- 114ê êrişî cîyê kombûna hêzên dagirker li binkeya Karnî ku ketîye rojhilata şarê Xezzeyê kir.
Tabûrên Qessamê zincîre-operasyona xwe bi navê Gopalê Mûsa dest pê kirine ta ku vê peyamê bidin dagirkeran ev gopala ku semboleke mu`cize û şîyana ilahî himber zorbêjan bû, yê roja îro bibe semboleke ecêbatîyên leşkerî li Xezzeyê.