Îlon 19, 2025 19:33 Asia/Tehran
  • Xezze- Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 50 filistînî li Xezzeyê hatine şehîdkirin.

Rejîma Sîyonîst herwiha bi balafirên cengê êrişî Kempa Nuseyratê kir ku di encamê da 3 kes ji wan zarok şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. Rejîma Sîyonîst di dewama cinayetên xwe da, herwiha ji perravên Xezzeyê va êrişî gelê vê herêmê kir û ew dan ber gulleyan. 

Leşkerên Rejîma Sîyonîst herwiha hin malên filistînîyan li Taxa Til Hewayê ku ketîye başûr- rojavaya şarê Xezeyê, teqandin û ji hêla din va êrişî çend malên xelkê li şarê Nablosê kirin ku ketîye bakura rexê rojavaya çemê Urdinê. 

Serepeyv