Şehîdkirina 47 kesên din li Xezzeyê / Hejmara şehîdan rabû 64 hezar û 803 kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de 47 filistîniyên din li vê herêmê şehîd bûne û 205 kes jî birîndar bûne.
Di berdewamiya êrişên artêşa dagirker a Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de 47 filistîniyên din şehîd bûn, bi vî awayî hejmara şehîdan li vê navçeyê ji destpêka şêrr va heta niha gihîştiye 64 hezar û 803 kesan.
5 ji van şehîdan li navendên belavkirina xwarekê şehîd bûne û 26 kes jî birîndar bûne, bi vî awayî hejmara şehîdên nasyar bi ``şehîdên parîyekî nîn`` li Xezzeyê rabûye 2 hezar û 484 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 18 hezar û 117 kesan.
Her wiha, di 24 sietên borî de, 7 kes ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarekê li Xezzeyê şehîd bûne, ku du ji wan zarok bûn, bi vî awayî hejmara şehîdên birçîbûnê li vê navçeyê gihîştiye 420 kesan, ku 145 ji wan zarok in.
NY jî hişyarî da ku Rejîma Sîyonîst hikmê îdamkirina xelkê bajarê Xezzeyê daye û filistînî bi du bijardeyên zehmet yanê terikandina bajêr an mirinê re rûbirû ne.