Îlon 13, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Kuştina 6 kirêgirtiyên siyonîst bi destê berxwedêrên filistînî

Bereya Berxwedanê ya Filistînê ragihand ku wan, 6 kirêgirtiyên siyonîst li bakurê Xezzeyê di çarçoveya şerê berdewam dijî dagirkerên siyonîst û kirêgirtiyên wan de kuştine.

Bereya Berxwedanê ya Filistînê ragihand ku wan kirêgirtiyên siyonîst bi dezgehên îstîxbaratê yên Rejîma Siyonîst re hevkarî dikirin û derbe li gelê me û berxwedana wêrek didan.

Di daxuyaniya Bereya Berxwedanê de hatiye ku çend kes ji kirêgirtiyên dagirker li bakurê Xezzeyê di çarçoveya şerê berdewam dijî dagirkerên siyonîst û kirêgirtiyên wan de û li gorî fermanên fermandetiya meydanî ya berxwedanê hatine kuştin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku jiholêrakirina van sîxurên kirêgirtiyê siyonîstan di Tebaxa borî de di du operasyonên bêhempa yên cuda de li parêzgeha Xezzeyê pêk hat.

Serepeyv