Giranbûna cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê
Îlon 09, 2025 18:09 Asia/Tehran
Di encama êrişên 24 sietên borî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de 83 kes şehîd bûne û 223 kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku 14 kes jî di navendên belavkirina alîkariyê de şehîd bûne û 37 kes jî birîndar bûne, bi vî awayî hejmara şehîdên bi navê Pariyek Nan gihîştiye 2 hezar û 444 û hejmara birîndaran jî gihîştiye 17 hezar û 831 kesî.
Hevdem ligel destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê ve heta niha 64 hezar û 605 kes şehîd bûne û 163 hezar 319 kes jî birîndar bûne. Hevgavê girantirbûna cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê artêşa vê rejîmê di dewam dagirkeriya xwe fermana valakirinê ji bo xelkê Bajarê Xezzeyê daye.