Hejmara şehîdên Xezzê rabû 64 hezar û 522 kesî
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand di dewama cinayetên Siyonîstan li Zîvala Xezzê di 24 saetên buhurî de, 67 filistîniyên din di vê navçeyî de şehîd û 320 kes jî birîndar bûne.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî de, 67 filistîniyên din di vê navçeyî de şehîd û 320 kes jî birîndar bûne û bi vî awayî hejmara şehîdên vê navçeyê ji dema destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve rabû 64 hezar û 522 kesî.
14 kes ji van şehîdan li navendên belavkirina alîkariyên mirovdostane ji aliyê leşkerên Siyonîst ve hatine hedefgirtin û şehîd bûne û 85 kes jî birîndar bûne.
Hejmara gişt şehîdên ser navê Şehîdên Pariyek Nan li Zîvala Xezzê gihîşte du hezar û 430 kesî û hejmara gişt birîndaran jî rabû 17 hezar û 794 kesî. Di 24 saetên buhurî de jî 6 kesên din li Zîvala Xezzê ji birsiya û bedxwerinê şehîd bûn ku du kes ji wan zarok bûn.
Hevgavê viya çavkaniyên Siyonîst ragihandin sibeha îro 4 leşkerên vê rejîmê ku ser bi hêzên zirixî bûn, di encama teqîna bombeyekê li navçeya Cibaliyayê li bakûrê Xezzê hatine kuştin.
Berî nika jî Tabûrên Şehîd Izedîn Qesam, baska leşkerî ya Tevgera Hemasê bi weşandina daxuyaniyekî ragihand ku şervanên wê cihê kombûna leşkeran û makîneyên cengê yên artêşa dagirkir li nêzî hola Muhenedê li navçeya Setr a Rojava li bakûrê bajarê Xan Yûnisê dan ber hawanan.