Berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 87 kes hatin şehîdkirin û 409 kes jî hatin birîndarkirin.
Di 24 saetên buhurî da herwiha 31 kes di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navendên gîhandina alîkarîyan hatin şehîdkirin û 132 kes jî hatin birîndarkirin. Bi vî awayî hejmara şehîdên parîyekî nîn li Xezzeyê rabû 2 hezar û 416 kesî û ya birîndaran jî rabû 17 hezar û 709 kesî.
Di 24 sawetên buhurî da herwiha 5 kes ji birsîya û bedxworakîyê li Xezzeyê şehîd bûne, ji wan 3 zarok in û hejmara şehîd û gorîyên xela û bedxworakîyê jî rabû 387 kesî ku ji wan 138 zarok in.
Artêşa Rejîma Sîyonîst di cinayetên ku 702 roj in tên domandin da, li Zîvala Xezzeyê 64 hezar û 368 welatîyên filistînî şehîd kirîye û 162 hezar û 776 kes jî birîndar kirîye.