Rejîma Sîyonîst êrişî Xezzeyê kir; bi dehan aware hatin kuştin
Medyayên Filistînê ragihandin ku di encama bombebarana konên awareyan li bajarê Xezzeyê ji hêla balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ve bi dehan kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
Di encama êrişên li pey hev ên vê sibê yên balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser konên awareyan li taxên Nesr û Til Hewa li bajarê Xezzeyê bi dehan kes ku piraniya wan zarok bûn, şehîd û birîndar bûne.
Berpirsên nexweşxaneyan li Xezzeyê ragihandin ku di sietên borî de 85 filistîniyên din di encama êrişên siyonîstan ser Xezzeyê de şehîd bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de gihîştiye 63 hezar û 746 kesan. Li gorî nûçeyeke din, Misbah Selîm Dabe, endamê payebilind ê Tabûrên Mucahidên Filistînê jî ligel hevjîna xwe di encama êrişa siyonîstan ser Xezzeyê de şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro ragihand ku di 24 sietên borî de sê kesên din ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarekê li vê navçeyê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara qurbaniyên şerê birçîbûnê li Xezzeyê gihîştiye 370 kesan, ku 131 ji wan zarok in.
Di heman demê de, Ismayîl Tewabte got: Dagirker li Xezzeyê robotên bombekirî wekî amûrekê ji bo terorê bi kar tînin, ku ev yek binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî ye û armanca vê kiryarê jî wêrankirin e. Di heman demê de, NY ragihand: Di encama şerê Rejîma Siyonîst li Xezzeyê de 21 hezar zarok kêmendam bûne. Komîteya Mafên Kêmendaman ser bi NY ragihand ku li Xezzeyê nêzîkî 40 hezar û 500 zarokên filistînî di encama şêr de birîndar bûne û zêdetirî nîvê wan tûşî kêmendambûna hetahetayê bûne.