Tebax 20, 2025 17:15 Asia/Tehran
  • Derbarê qurbanîbûna zarokan li Xezzeyê hişyarî hat dayîn

Ser-rêveberê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê, bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî milyonek zarok li vê zîvalê ji ber zîyanên rewanî êşê dikişînin û ragihand ku Rejîma Siyonîst di her 40 xulekan de zarokekî filistînî şehîd dike.

Munîr Bereş Ser-rêveberê  Wezareta Tenduristiyê li Xezzeyê, ragihand ku dagirkerên Siyonîst di her 40 xulekan de zarokekî li Xezzeyê şehîd dikin û rojê 28 zarok di encama bombebarana Rejîma Siyonîst de jiyana xwe ji dest didin. Bereş her wiha got: Zêdetirî milyonek zarok li Xezzeyê ji  ber zîyanên derûnî êşê dikşînin ku sedî 50yê wan bi nexweşiya istrêsa piştî bûyerê ketine.

Wî di axiftineke din de tekez kir ku rêjeya tijîbûna textên nexweşxaneyê li zîvala Xezzeyê gihîştiye sedî 300ê, rêjeya bêhempa  ku nîşana asta karesata tenduristî û mirovî ya li Xezzeyê ye. Ev nûçe di demekê de ye ku UNRWAyê di rapora xwe ya herî dawî de ragihandiye ku di pênc mehên borî de, her meh  zêdetirî 540 zarok li zîvala Xezeyê hatine şehîdkirin.

Serepeyv