Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Tebax 17, 2025 19:39 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 47 kes hatin şehîdkirin û 226 kes jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişên ser cîyên parvekirina alîkarîyan jî di 24 saetên buhurî 14 kes hatin şehîdkirin û 132 kes jî hatin birîndarkirin. Bi vî awayî hejmara filistînîyên ku li navendên hanê hatine şehîdkirin, rabû hezar u 938 kesî û ya birîndaran jî rabû 14 hezar û 420 kesî.
Rêvebirê Nexweşxana Nasir a Xezzeyê jî ragihand ku ji duh va 35 kesan ji ber bedxworakîya giran seredana vê nexweşaxenyê kirine.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 61 hezar û 944 kes hatine şehîdkirin.