Tebax 17, 2025 14:39 Asia/Tehran

Berdevkê Sindoqa Piştgirîya ji Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku karesata merivî ya li Xezzeyê her ku diçe girantir dibe.

Kazim Ebû Xelef Berdevkê UNICEfê ragihand: Her roj 112 zarok li Xezzeyê ji ber berdewambûna şêrr û dorpêça ji hêla Rejîma Sîyonîst va tûşî bedxworakîyê dibin. Hejmara zarokên ku ji dema agirbesê va yanî ji Sibata buhurî heta Hezîrana îsal va li Zîvala Xezzeyê tûşî bedxworakîyê bûne, sedî 180 zêde bûye. UNICEFê herwiha ragihand ku hejmara jinên pêgiran ên tûşî bedxworakîyê bûne jî gellekî zêde bûye ku ev yeka dikare bibe sedema rewşeke bitaluke ji bo dayîk û zarokan. 

Emced El-Şewa Serokê Şebekeya Rêxistinên Gelanî li Zîvala Xezzeyê ragihand ku zêde ji 15 hezar nexweş û birîndarî li vê herêmê bi merema dermankirinê pêwîstîya lezgîn bi derketina ji vê herêmê heye. Wî bal kişand ser kêmbûna berfire ya alav û imkannê pizişkî û dermîn û ragihand ku dorpêçkirina Xezzeyê ji hêla Rejîma Sîyonîst va bûye sedema giranbûna qeyrana merivî. Wî ji civaka navdewletî xwest ku bi dabînkirina nexweşxaneyên demkî û taybet bi çolê, ji bo Xezzeyê, pêngavên lezgîn ji bo rizgarkirina canê nexweş û birîndaran rake.

UNICEFê ji civaka navdewletî xwest ku di vî warî da zûka bikeve dewrê û ji bo şandina demlidest a xwarekê û alavên pizişkî bo Xezzeyê zorê bide ser Rejîma Sîyonîst ta ku jin û zarok bên rizgarkirin û pêşîya karesateke merivî ya berfiretir were gitin. 

Serepeyv