Nîv milyon kes li Xezzeyê li ber xelayê ne
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê bal kişand ser vê yekê ku nîv milyon kes li Xezzeyê li ber xelayê ne û hişyarî da ku zêdetirî 320 hezar zarok li Zîvala Xezeyê li ber metirsiya bedxwarekiya giran in.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê bal kişand ser xetera kêmasiya xawrekê ya giran û xelaya li Xezzeyê û tekez kir ku herî kêm sê yekê xelkê Xezzeyê bi rojan bê xwarek derbas dikin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara giştî ya qurbaniyên xela û kêmasiya xwarekê li vê herêmê gihîştiye 197 kesan ji wan 96 zarok in. Rejîma Siyonîst her wiha pêşiya veguhestina berdewam a xwarek, sotemenî û dermanan bo zîvala Xezzeyê digire û çalakiyên rêxistinên mirovî pir sînordar kiriye. Ev kiryarana bûne sedema girantirbûna xelayê u mirinên ji ber birçîbûnê û nebûna xizmetên tenduristiyê zêde kirine.
Tedros Adhanom, Ser-rêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê di peyamekê de behsa rewşa pergala tendrsutiyê ya bi karesat li Xezzeyê kir û tekez kir ku pergala tenduristiyê ya Xezzeyê tam li ber hilweşînê ye. Zêdetirî 14 hezar û 800 nexweş li Xezzeyê hewcetî bi lêşarbûnên pizîşkî yên bi lez hene .Dr. Ehmed Neîm, Ser-rêvebirê Nexweşxaneya Vejiyandin û Çêkirina Organên Bedenê ya Şêx Hemed li Xezzeyê, jî ragihand: Hejmara qutkirina lingan li Xezzeyê zêdetirî sedî 225 jorda çûye û gihîştiye zêdetirî 4 heza r û 500 kesan .Munîr Bereş, Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê derbarê rewşa tenduristiyê ya xirab hişyarî da û got: Rewş her roj xirabtir dibe û çîn û qatên hestyar û li ber xeterê idî li ber têkçûnê ne. Wî derbarê tûşbûna 95 zarokan bi nexweşiya Miyelîta giran (nexweşieyke pîskolojîk) û tûşbûna 45 kesan jî bi sendroma Gîlenbarê agahî da.