Xezze- Berfirebûna xela û birsîbûnê Mirina bere bere ya zarokan
Rejîma Sîyonîst dorpêçeke giran ser Zîvala Xezzeyê da sepandîye û pêşîya derbaskirina xwarek û alîkarîyên mirovdostîyê bo wê herêmê digire. Di encamê da bi milyonan filistînî ji ber xela û birsîbûna giran dinalin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku ji Cotmeha sala 2023yê va heta nika, bi dehan kesî pirranî jî zarokan di encama bedxworakîyê da canê xwe ji dest dane.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê ser bi NY jî hişyarî da ku nêzî 70 hezar zarokî pêwîstîya demlidest bi dermankirina bedxworakîya giran hene. Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi domandina sîyaseta dorpêçkirin û zext û zorê, pêşîya derbaskirina nêzî 22 hezar kamyonên hilgirê alîkarîyên mirovdostane, xwarek û dermîn bo Xezzeyê girtîye.
Komîserê pillebilind ê UNRWAyê jî got ku girankirina xela û birsîbûnê li Xezzeyê encama hewla ji bo wêdadayîna UNRWAyê li Xezzeyê ye. Fîlîp Lazarînî ragihand: Biryarên Rejîma Sîyonîst û hewlên wê ji bo bicihkirina Dezgeha Mirovdost a Xezzeyê dewsa UNRWAyê ku tenê bi armanca sîyasî ye, bûne sedema xelayê li Zîvala Xezzeyê û ev rejîma berpirsê giranbûna rewşê û tundbûna xelayê li Xezzeyê ye.Bi dû girtina pêşîya xebata UNRWAyê li Zîvala Xezzeyê ji 5 mehan berî nika va, rewş li Zîvala Xezzeyê qeyranîtir bûye.
Jin û zarok gellekî bêhêvî bûne û di nav xelayê da asê mane û hovîtî û cinayetên cengê li vê herêmê didomin. Herwiha ciyên wisa ji bo parvekirina alîkarîyan hatine kivşkirin ku hema bêje dava mrinê ne û ew naved bi awayekî dermirovî tên birêvebirin.