Tîrmeh 26, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Hemas: Idiayên Amerîkayê derbara alîkarîyên bo Xezzeyê da bêbingeh in

Rêvebirekî Tevgera Hemasê ji ber axavtinên Serokomarê Amerîkayê yên têkildarî muzakireyên derheq Xezzeyê rexne kir û got ku kabîna Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst pêşîya lihevkirinê digire.

Izzet Rişq got: Gotinên Trump û Şandîyê Taybet ê wî ne li gorî wî tiştî ne ku di muzakireyan da diqewimin û kabîna Netanyahu pêşîya lihevkirinan digire.

Vî endamê payebilind ê Tevgera Hemasê got: Di muzakireyên ji bo agirbesê da hin pêşketin pêk hatine û navbeynkaran ji ber helwesta ciddî ya me pesna me dane, ji ber ku serederîya me hibmer hemî têbînîyên di pêşnivîsa ku Şandîyê Taybet ê Trump hilêxistîye erênî bûye û me nermatî nîşan da.

Rişq herwiha got: Hemasê tekezî ser kêmkirina kûratîya navçeyên navbirr li Zîvala Xezzeyê ku biryar e hêzên dagirker 60 rojan li wan bimînin kir. 

Wî herwiah got: Amerîka Hemasê tawanbar dike ku ser rêya parvekirina alîkarîyan astengan derdixe, di halekî da ku tenê idia û pûç in. 

Serepeyv