Tîrmeh 18, 2025 15:32 Asia/Tehran

Ji vê sibê ve, artêşa dagirker a Siyonîst pêleke nû ya êrişên hewayî, topxane û deryayî ser deverên cûrbecûr ên Zîvala Xezzeyê daye destpêkirin ku di encamê de bi dehan sivîlên filistînî şehîd an birîndar bûn.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst derdora taxa El Emelê û taxên  nêzî Zanîngeha El Eqsayê li El Mewasî, li rojavayê Xan Yûnisê, dan ber êrişan. Piştî êrişa ser konên awareyan li vê herêmê, şewateke berfireh qewimî ku di encamê de pênc kes şehîd bûn û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûn.

 Li navçeya El Şafêyî ya Xan Yûnisê, mala malbata Ebû Sehlûl ket ber êrişan ku di encamê de çend kes şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn.

Navçeya rojhilat û rojavayê Xezzeyê ketin ber gulleyên topxane, gullebaran û guleavêtina hêzên dagirker ve. Rêveberê Nexweşxaneya Şifa ya Xezzeyê jî  tevî hişyariya derbarê kêmasiya kelûpelên pizîşkî li Xezzeyê hişyarî da û got ku 17 zarok li Xezzeyê rastî kêmasiya giran a xwarekê ve hatine. 

Koma Piştgiriya Cîhanî jî tekez kir ku di encama êrişa Rejîam Siyonîst ser Xezzeyê de, ti cihekî ewle li Xezzeyê nemaye bi taybet ji bo kal û pîran û kesên kêmendam. Hevdem Nivîsgeha Hewahengiyê ya NY ji bo Karûbarên Mirovî ragihand ku sedî 80`yî zêdetir ji van kesan amûrên pêdivî jibo alîkariya bo kesên kêmendam ji dest dane.

Li gorî raporeke din Seraya El Quds baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, trimbêleke leşkerî ya zirxî ya artêşa dagirker li Xezzeyê îmha kir.

Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst jî derbarê birîndarbûna 5 leşkerên vê rejîmê di encama pevçûna bi hêzên Berxwedanê li Xezzeyê de agahî da. 

Serepeyv