HAMAS: Amerîka jî şirîkê cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye
Berdevkê Hamasê bi ragehandina wê yekê ku Amerîka jî şirîkê cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye , diyar kir ku Netanyahu berbendê sereke yê rêketina agirbesê li Xezzeyê ye.
Cîhad Taha , Berdevkê Hamasê bi tundî astengîderxistinê rejîma siyonîst ser rêya pêvajoya muzakiran û piştgiriya bê şert û merc a Amerîkayê ji rejîma dagirker rexne kir. Cîhad Taha destnîşan kir ku hewldan û navbeynkariyên ji bo bidawîanîna şerê Xezzeyê her tim bi xapandin û hîleyên Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û kabîneya vê rejîmê re rû bi rû bûye. ev mesele berbenda sereke ser rêya bidestxistina rêketinê ye.
Wî got: Hikûmeta Amerîkayê, bi helwest û şandina çek û alavan, bi awayekî pratîkî şirîkê şerê Rejîma Siyonîst e, lewma divê Waşington zextê li rejîma siyonîst bike da ku şer, tevkujî û destdirêjiya li dijî gelê Filistînê rawestîne.