Hezîran 01, 2025 17:15 Asia/Tehran

Rejîma Siyonîst hîna jî xwe ji qebûlkirina saziyên navnetewî û heta hevgirtiyên xwe yên ewrûpî dûr radigire û îzna derbasbûna bêyî kêşe ya alîkariyan bo Xezzê nade.

Qeyrana birçîtî û xelayê li Zîvala Xezzê rewşeka dijwar ji bo awareyan pêk aniye. Li gorî gotina çavkaniyên filistînî ji Sêşemiya heftiya buhurî ve û hevgavê destpêbûna pilana xapandinê ya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst bi behaneya belavkirina alîkariyan li Refehê, ev rejîma bi qest di halê kuştina awareyên filistînî ye ku bi vê hêviyê ku hinekî alîkarî bi dest bixin xwe digihînin van navendan. Nivîsgeha Ragihandina hikûmî ya li Zîvala Xezzê îro ragihandiye hejmara sivîlên ku di mideha kêmtir ji heftiya buhurî de li navenda belavkirina alîkariyan ji aliyê artêşa Siyonîst ve şehîd bûne gihîşte 47 kesî û hejmara birîndaran jî rabû zêde ji 250 kesan. Hevgavê viya Tevgera Hemasê jî di daxuyaniyekî da pêgîrî kiriye ku berpirsyariya tam a kuştin û cinayetên li navçeyên cihanîna rêbaza amerîkî û siyonîstî ya belavkirina alîkariyan ser milê Rejîma Siyonîst û hikûmeta Amerîkayê ye. Evane hemû di halekî da ne ku bi giranbûna qeyrana birçîtiyê û girtina pêşiya ketina alîkariyên mirovdostane nav Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, Rêxistina Pizişkên Bêyî Sînor pêgîrî kiriye ku Rejîma Siyonîst hîna jî siyaseta ramalîna etnîkî ya dijî xelkê Zîvala Xezzê û serederiyên xwe yên nemirovî bi armanca koçberkirina wan ji vê navçeyê didomîne.

Serepeyv