Şehîdkirina 60 filistînîyên din li Xezzeyê Hejmara şehîdan rabû 54 hezar û 381 kesî
Di dewama cinayetên artêşa Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê da, hejmara şehîdên vê herêmê rabû 54 hezar û 381 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filisatînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di dewama jînosayda bi destê Rejîma Sîyonîst li vê navçeyê da, di 24 saetên buhurî da 60 welatîyên filistînî li vê herêmê hatin şehîdkirin û 284 kes jî hatin birîndarkirin.
Bi vî awayî, hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va heta nika rabû 54 hezar û 381 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 124 hezar û 54 kesî.
Ji hêla din va, Tabûrên Qessam û Seraya Quds di dewama berxwedana komên filistînî hibmer destdirêjîyên artêşa Rejîma Sîyonîst da, ragihandin ku çend operasyonên serketî dijî hêzên peya û zêrêhpûşên Rejîma Sîyonîst li bakur û başûra Zîvala Xezzeyê li dar xistin û dîyar kirin ku di encama kemîneke deqîq da li Beyt Lahîyayê êrişî hêzên peya yên artêşa Rejîma Sîyonîst kirin ku di encamê da çend leşker hatin kuştin an birîndarkirin.
Seraya Quds Baskê Leşkerî yê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî ragihand ku bi hawanê êrişî cîyê kombûna leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst û alavên wan li derdora rawestgeha gumrika başûr-rojhilata şarê Xan yûnisê kir.
Di vî halî da, Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeyakirina bo Awareyên filistînî ya NY (UNRWA) ragihand ku idiayên pûç ên kabîna Rejîma Sîyonîst canê karmendên vê ajansê li navçeyên filistînînişîn dixe ber xeterê.