May 24, 2025 14:54 Asia/Tehran

Di dewama destdirêjiyên Rejîam Siyonîst ser Xezzeyê de, hejmara şehîdên vê navçeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 53 hezar û 901 kesî.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên buhurî de 79 kes li Xezzeyê şehîd bûne û 211 kesên din jî birîndar bûne.

 Vê wezaretxaneyê her wiha ragehand ku ev hejmar nexweşxaneyên bakurê Xezzeyê nagire ber xwe, ji ber bidestxistian agahiyên wan zehmet e.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê her wiha ragihand ku ji vê sibê ve  30 kes di encama  êrişên Rejîma siyonîst de şehîd bûne.

Li gorî vê raporê, ji destpêka gera nû ya êrişa ser Xezzeyê di 18ê Adara 2025an de,  heta niha  3 hezar û 747 kes şehîd bûne û 10 hezar û 552 kesên din jî birîndar bûne.

Bi zêdekirina van şehîdan, hejmara şehîdên li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 53 hezar  û 901 kesî  û hejmara birîndaran jî gihîştiye 122 hezar û 593 kesan.

Li gorî nûçeyek din, di dewama karesata  mirovî yên rejîma Siyonîst li Xezzeyê leşkerên Siyonîst ên hovî neh zarokên  jineke pizîşk li Xezzeyê kuştin.

Di trajediyek mirovî ya din li Xezzeyê, leşkerên Siyonîst ên hovî neh zarokên Ala a  El-Necar  pizîşkeke  pispor  a zarokan a Filistînî, di encama êrişeke hewayî  ser mala wê de kuştin.

Serepeyv