60 Şehîd û 185 birîndarên filistînî li zîvala Xezzeyê di 24 sietên buhurî
May 23, 2025 18:08 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê roja Înê ragihand ku di 24 sietên buhurî de di encama êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst de 60 kes hatine şehîd kirin û 185 kes jî birîndar bûne ku ew rakirine nexweşxaneyên Xezzeyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de di encama êrişên artêşa siyonîst ser vê herêmê 60 filistîniyên din şehîd bûne û hêzên alîkarî û Berevaniya sivîl ên Xezzeyê ji ber êrişên berdewam nikarin alîkariya birîndaran bikin û kesên di bin kavilan de asê mane derxin.
Karbidestên tenduristiyê yên li Xezzeyê her wiha dibêjin, ji ber ku ew nikarin biçin nexweşxaneyên li bakurê Xezzeyê, agahiyên deqîq derbarê hejmara kuştî û birîndarên li herêmê di destê wan de nînin.