May 22, 2025 18:37 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de derbarê zêdebûna hejmara şehîdên li Xezzeyê bo 53 hezar û 762 kesan agahî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê di vê daxuyaniyê de ragihand ku di 24 sietên borî de 107 şehîd û 247 birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyên li Xezzeyê.Li gorî vê daxuyaniyê, ji 18ê Adara 2025an ve û bi destpêkirina pêla nû ya êrişa  Rejîma Siyonîst  ser Xezzeyê, 3 hezar û 613 kes li Xezzeyê şehîd bûne û 10 hezar û 156 kes jî birîndar bûne.Bi zêdekirina van şehîdan , ji 7ê Cotmeha 2023an ve, ku Operasyona Bahoza Eqsayê dest pê kir, hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 53 hezar û 762an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 122 hezar û 197an.Li gorî amarên fermî yên ragehandî, nêzîkî 14 hezar  kes hîn jî li zîvala Xezzeyê winda ne û di bin kavilan de mane.Ji aliyê din ve, Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê ragihand: Di çend rojên borî de, 29 zarok li Xezzeyê ji ber sedemên têkildarî birçîbûn û xelayê şehîd bûn.

 Îstifan Ducarîk  Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY jî rexne li rejîma siyonîst girt ji ber ku xwarin û dermanan wekî çek li dijî  filistîniyan bikar tîne û ragehand: Alîkarîyên ku digihîjin zîvala Xezzeyê  bi tu awayî  têra pêdiviyên zav  ên vê navçeyê nakin. Heta niha, li Xezzeyê tu alîkarî nehatiye belavkirin, ji ber ku rejîma Siyonîst tenê rê dide me ku em bi rêyên ne ewle  li Xezzeyêvan alîkariyan bi dest bixin.Ji aliyê din ve, Komîteya Mafên Zarokan a NY  birçîbûna zarokan li Xezzeyê û berdewamiya  gitina pêşiya alîkariya mirovî ji aliyê Rejîma Siyonîst  ve bo herêmê şermezar kir. UNRWA her wiha  tekez  kir:Birçîbûn û xelaya li zîvala Xezzeyê, ku ji ber kiryarên Îsraîlê  û ji ber armancên siyasî ne, nîşana zilmek eşkere li dijî xelkê vê herêmê ye.

Serepeyv