May 19, 2025 19:35 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên buhurî da zêde ji 500 filistînî di encama êrişên sîyonîstan da hatine şehîdkirin û birîndarkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên jînosayda li vê herêmê rabû 53 hezar û 486 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di encama êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 136 filistînî hatin şehîdkirin û 364 kes jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxûyanîya vê wezaretxanê, komên hawargiheştinê meytê 11 şehîdên din ji bin kavilan derxistin.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê herwiha ragihand: Di dewama êrişên Rejîma Sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika, hejmara şehîdên vî şerî rabû 53 hezar û 486 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 151 hezar û 398 kesî.

Ji hêla din va, Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmetê li Xezzeyê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî di raporekê da derheq berfirebûna birçîtîyê û qeyrana mirovî li Zîvala Xezzeyê hişyarî dan û xwestin ku şandina alîkarîyan ji xwarekê bigire heta dermîn  û ardûyê bo vê herêmê were lezandin.

Hevgavê vê yekê Tabûra Şehîd Izzedîn Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê raghiand ku operasyoneke kemîndanînê ya serkevtî pêk anî ku di encamê da çend zêrêhpûşên sîyonîstan û eskerên sîyonîst bûn armanc.

Qessamê di daxûyanîyekê da ragihand ku têkoşerên wê operasyoneke çendalî li herêma Etatire ku ketîye rojavaya Beyt Lahîyayê li bakura Zîvala Xezzeyê li dar xistin.

Di encama vê kemînê da, 3 zêrêhpûşên artêşa Rejîma Sîyonîst bi 2 bombeyên Şewwat û rokêteke Tandom hatin rûxandin.  

Serepeyv