Nîv milyon filistînî li Xezzeyê û xela
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê hişyarî da ku sedî 90ê malbatan ji ber bêewlehiya xwarinê zehmetiyan dikşînin.
Xezze havîna îsal ji bilî berdewamiya tevkujî û xelayê rastî kêmasiya ava vexwarinê hatiye, bi curekê ku Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê hişyarî da ku sedî 90ê malbatan bi kêmbûna avê re rû bi rû ne û navendên wergirtina penaberan ji ber kêmbûna çavkaniyên avê di rewşeke nalebar de ne .Vê wezaretxaneyê tekez kir ku rêjeya qirêjbûna ava vexwarinê ji sedî 25 derbas bûye. Mihemed Salih, rêveberê Nexweşxaneya El-Ewde, ji ber zêdebûna xelayê û serdestbûna rejîma dagirker ser alîkariyan,derbarê zêdebûna rêjeya merg û mirinan hişyarî da û tekez kir ku ji Cotmehê ve nexweşxaneyê hezar û 500 haltên kêmbûna xwarinê tomar kiriye.
UNRWAyê jî derbarê jinavçûna alîkariyên mirovî yên sereke li depoyên li derveyî Zîvala Xezzeyê, ji ber kiryarên rejîmê yên ji bo girtina derbasgehan û derxistina astengiyan, di berdewamiya qirkirina ku ji Cotmeha 2023an vir ve destpê bûye, hişyarî daye.
Xela û komkujî li deverên cûrbicur yên Xezzeyê wek caran berdewam dike û welatên cûrbicûr bi tenê van kiryaran şermezar dikin, bêyî ku çareseriyek pêşkêş bikin ji bo bidawîkirina êşa filistîniyan an ku pêşiya kuştina sîstematîk, çi bombebaranê be çi jî bi cinayeta birçîbûnê bigrin.