Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Siyonîst 6 carî êrişî Nexweşxaneya ewropî li Xezzeyê û derdora wê kir u di encamê da hejmara şehîdên şerê Xezzeyê jorda çû.
Di roja 58-emîn a destpêkirina dubare ya êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de îro Çarşemê derdora Nexweşxaneya ewropî li Xezzeyê, ku dikeve rojhilatê bajarê Xan Yûnis u başûrê Xezzeyê, ket ber êrişan. Medyayan ragihandin ku îro artêşa terorê şeş caran êrişî ser derdora nexweşxaneyê kirine. Di halekî de ku Konseya Ewlehiyê ya NY, ser daxwaza welatên Ewropî û piştgiriya Cezayirê, civîneke awarte jibo lêkolîna ser rewşa mirovî li Xezzeyê li dar xist, êrişên Rejîma Siyonîst ser Xan Yûnisê didomin û nexweşxaneya ewropî li Xezzeyê îro ket ber êrişên giran ên vê rejîmê.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama êrişên şeva borî yên artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê da 20 filistînî şehîd bûn û 125 kes jî birîndar bûne. Her wiha li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, di encama êrişên vê sibê yên Rejîma Siyonîst ser deverên cûrbicûr ên Xezzeyê da, ji wan bakurê vê navçeyê ku ji îro sibê ve pêk tên, zêdetirî 70 filistînî şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê tekez kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha hejmara şehîdan li Xezeyê rabûye 52 hezar û 928 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 119 hezar û 846 kesan.