May 07, 2025 18:26 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku 145 filistînîyên din di 24 saetên buhurî da hatine şehîdkirin û birîndarkirin û hejmara şehîdên jînosayada li vê herêmê rabû 52 hezar û 653 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetên buhurî da 38 filistînîyên din di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin û 145 kes jî hatine birîndarkirin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku hela jî gellek gorî di bni kavilan da an jî li kolanan mane û komên hawargiheştinê nikarin xwe bigihînin wan.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê her wiha ragihand ku bi vî awayî hejamra şehîdên jînosayda li Xezzeyê ku ji 7ê Cotmeha 2023yê va dest pê bûye, rabû 52 hezar û 653 kesî û ya birîndaran jî rabû 118 hezar û 897 kesan.

Ji hêla din va, Şe`wan Cebarîn Rêvebirê Dezgeha Heq a Filistînê ragihand ku Xezze di encama dorpêça giran û birsîragirtina xelkê ya li gorî planê ya ji hêla Rejîma Sîyonîst va, dişibe dujehekê ku li ber karesateke merivî ya bêmînak da ye. Wî hişyarî da ku heke ev sîyaseta were domandin, bi hezaran kes nemaze zarok, jinên ducanî, nexweş û pîr û kal bimirin.

Cinayetên Rejîma Sîyonîst di halekî da didomin ku komên filistînî têkoşîn û berxwedanê didomînin; Tabûra Qessamê ragihand ku hejmareke leşkerên sîyonîst di encama teqîna mayîna ku têkoşerên tabûra hanê li rojhilata herêma Ferahînê ser bi şarê Xan Yûnisê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê danîbû da, hatin kuştin û birîndarkirin.

Bi dû vê teqînê û êrişên bi hawanan, helekopterên Rejîma Sîyonîst ji bo veguhestina kuştî û birîndaran li navçeyê danîn. 

Serepeyv