Nîsan 26, 2025 15:52 Asia/Tehran
  • Hamas: Em daxwaza rêketineke berfireh dikin

Yek ji rêberên tevgera berxwedana Îslamî Hamasê got ku ev tevger daxwaza rêketineke berfireh jibo pevguhertina girtiyan dike û dê jibo vê rêketinê nermatiyê nîşan bide

Mehmûd Merdawî, yek ji rêberên tevgera Hamasê,got: Muzakire li Doha û Qahirê nesekinîne û navbeynkar û amerîkî helwesta me dizanin. Helwesta me rêketina berfireh e.

Vî rayedarê Hamasê got ku em ê nermbûneke bi qasê pêwîst nîşan bidin da ku bigihîjin rêketineke berfireh a  jibo pevguhertina girtiyan. rêketina ku şer bi dawî bîne , rejîma dagirker bi tevahî ji Xezzeyê vekişe, alîkarî bighêjin destê gelê Xezzeyê û Xezzeyê ji nû ve ava bikin.

Merdawî got: Rêketina berfireh tê wê wateyê ku em qebûl nakin ku di berdêla çend rojan aramiyê girtiyek siyonîst ji vir û cenazeyek ji wir bidin rejîma siyonîst.

Serepeyv