Nîsan 22, 2025 17:16 Asia/Tehran
  • Daxwaza Hemasê ji bo vekirina derbasgehên Xezzê

Tevgera Hemasê amajeyî derbasbûna 50 rojan ji ser girêdana tam a derbasgehên Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kir û ji civaka cîhanî xwest bona vekirina van derbasgehan û derbasbûna demlidest a alîkariyên mirovî zextê bînin.

Hemasê rewşa nika karesata mirovî bi nav kir ku xelkê Xezzê rastî xela û qeyrana pizişkî ve aniye. Vê tevgerê dorpêça Xezzê û bikaranîna birçîtiyê wekî çekan û cinayeta cengê da zanîn û ji NY xwest berpirsyariya xwe li hember sekinandina vê rewşê cih bîne. Hevgavê viya artêşa Rejîma Siyonîst piştî agirbesa lawaz, operasiyona leşkerî li Xezzê ji nû ve destpê kiriye.

Serepeyv