Rewşa bikaresat a li Xezzê
Nîsan 15, 2025 17:32 Asia/Tehran
Netewên Yekgirtî rewşa mirovî ya li Zîvala Xezzê, xirabtirîn rewşa ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ve wesif kir.
Zêdetirî mehekê piştî girtina deriyên sînorî, gihîştina alîkariyên mirovî bi temamî hatiye sekinandin û qeyrana kêmbûna derman, xwarin û alavên pizîşkî jiyana bi hezaran nexweş û birîndaran dixe metirsiyê. Karbidestên Neteweyên Yekbûyî şert û mercên heyî wekî Dûjeha li ser rûyê erdê binav dikin û bang dikin ku demlidest dawî li dorpêçkirina Xezzê were û sebebkarên cinayetên cengê were cezakirin.
Hevdem Rêjîma Siyonîst êrîşên berfireh dijî sivîlan berdewam dike û ti nexweşxaneyek tine ku nehatibe bombebarankirin.