Nîsan 15, 2025 16:10 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmra şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 51 hezar kesî.

Di encama êrişa mûşekî ya hêlîkoptereka Rejîma Siyonîst ser konên awareyan li navçeya Beyt Lahiyayê li bakûrê Xezzê de, hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn. Di mideha 24 saetên buhurî de meytên 17 şehîdan bo nexweşxanê hatine veguhestin. Herwiha di vê midehê de 69 kes jî birîndar bûne. Sibeha îro jî nêzî hezar bajaroknişînên Siyonîst bi piştgîriya leşkerên dagirkir êrişî hewşên Mizgevta Eqsayê kirin. Çavkaniyên libnanî jî basa êrişa nû ya bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser tirombîlekê li başûrê Libnanê kirin ku di encama vê êrişê de kesek şehîd bû û sê kes birîndar bûne. Berxwedana Filistînê jî basa operasiyona nû ya dijî leşkerên siyonîst li Xezzê kir. Seraya El Qudsê jî ragihand ku şervanên wê tankeka Rejîma Siyonîst ku ketibû dorhêla werzişgeha El Mentarê li rojhilata Şocaiyê li bajarê Xezzê, dan ber bombeyên Saqibê. 

Di eynî demê de saziyên curbicur tevî pêhişyariya li ser karesata mirovî ya bêmînak li Xezzê ragihandin ku ev zîvala di nava dûjehê da ye û bi berdewamiya bombebaranên Rejîma Siyonîst, xelkê Xezzê hertim aware ne û ti ciheka wan a ewleh tine.

Serepeyv