Berxwedana Xezzê xwefirekî îsraîlî jorda xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354222-berxwedana_xezzê_xwefirekî_îsraîlî_jorda_xist
Berxwedana Filistînê basa jordaxistina xwefireka dagirkiran li rojhilata Xezzê û herwiha êrişa ser pêgeha fermandetiyê ya artêşa dagirkir li Refehê kir.
(last modified 2025-04-13T11:32:38+00:00 )
Nîsan 13, 2025 13:43 Asia/Tehran
  • Berxwedana Xezzê xwefirekî îsraîlî jorda xist

Berxwedana Filistînê basa jordaxistina xwefireka dagirkiran li rojhilata Xezzê û herwiha êrişa ser pêgeha fermandetiyê ya artêşa dagirkir li Refehê kir.

Tabûrên Quds, baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê herwiha basa êrişa ser navenda fermandetî û kontrola artêşa dijmin li navçeya Ewezullah li Kempa Beynayê li başûrê bajarê Refehê bi mûşeka 107`ê kir. Tabûrên Qudsê basa êrişa bi hawanan ser pêgeh û kombûnên leşkerên siyonîst jî kiribû.

Sibeha îro jî baska leşkerî ya Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê ragihand ku li navenda Zîvala Xezzê 2 xwefirên sîxuriyê yên artêşa Rejîma Siyonîst jorda xistine.