Xezze di bin agirê berdewam ê Rejîma Siyonîst de ye
Di berdewamiya cinayetên nû yên hovane yên artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzê, çavkaniyên nûçeyan behsa êrîşên vê rejîmê ser nexweşxaneya El Meimedanî kirin ku di encamê de zêdetir ji 25 filistînî şehîd bûn.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst îro bi du mûşekan yek ji avahiyên nexweşxaneya El Meimedanî kirin hedef û ev nexweşxaneya ku yek ji nexweşxaneyên sereke li bakurê Zîvala Xezzê tê hesibandin, piştî êrîşa Rejîma Siyonîst hat daxistin. Di dewama êrişên siyonîstan ser Zîvala Xezzê de, Mihemed El Derbaşî, serokê polîsê bajarê Xan Yûnisê di encama êrişa hewayî ya ser mala xwe li rojavaya vî bajarî de şehîd bû. Di encama êrişa topxaneyî ya artêşa rejîma Dagirkir ser Nuseyrat, Cibaliya û Dêrelbelhê de hejmarek welatiyên filistînî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn. Êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê di halekî de berdewam in ku UNRWA`yê ragihandiye Zîvala Xezzê ji ber dorpêçê rastî kêmbûna av û xwerinê ve hatiye û nêzî şeş hefteyan e ku pêşiya derbasbûna alîkariyan bo vê navçeyê hatiye girtin.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ji civaka cîhanî xwest piştgîriyê bide pişka tendirustî û dermankirinê ya Xezzê. Di eynî demê de Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, bombebarana nexweşxaneya Meimedaniyê cinayeteka bidehşet wesif kir ku hikûmeta Amerîkayê sebebkarê sereke yê yê vê cinayetê ye.
Hevdengkirê karên awarte li Rêxistina Pizişkên Bêsînor li Xezzê jî ragihandiye êrişa ser nexweşxaneyan veguheriye şêwazekê û em ji Îsraîlê dixwezin rêzê li nexweşxane û xebatkarên wê bigire.