Jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzeyê û berdewambûna êrişên dagirkeran
Bi derbasbûna 24 rojan ji pêla nû ya êrişên sîyonîstan piştî rêkevtinameya agirbesê, ev rejîma pêrgî qeyranên nû bûye.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê 41 şehîdî û 146 birîndar bo nexweşxaneyên vê zîvalê hatine veguhestin. Vê wezaretxanê ji ber dijwarbûna karê hawargiheştin û alîkarîyê li Xezzeyê dilnigeranbûna xwe dîyar kir û ragihand ku hela jî gellek gorî di bin kavilan da an li kolanan mane û personelên hawargiheştin û berevanîya sivîl ji ber tundbûn û giranbûna êrişan berdest nînin.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst herwiha çend caran bakura Refehê û rojhilata Xan Yûnisê bombebaran kirin. Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 50 hezar û 887 kesî.
Di vî halî da medyayên Rejîma Sîyonîst ragihandin ku leşkerên artêşê û beşa hêza hewayî yên vê rejîmê ji ber berdewambûna şerê dijî Xezzeyê nerazî ne.
Li gorî ragihandina medyayên hanê, hejmareke efserên Hêza Hewayî ya Artêşa Rejîma Sîyonîst bi wajokirina nameyekê xwestin ku êrişên ser Xezzeyê bên sekinandin.
Rayedarên kabîna emnî ya Rejîma Sîyonîst dilnigeran in ku hejmareke zêdetir a efserên hêza hewayî û artêşê tevlî nerazîyên hanê bibin.