Cinayeta nû ya sîyonîstan li Xezzeyê
Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di cinayeta herî nû da li Taxa Şucaîyê ku ketîye rojhilata şarê Xezzeyê, bi çekên nû yên bombebarankirinê êriş pêk anî ku di encamê da zêde ji 80 filistînî hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
Rejîma Sîyonîst îro çekek nû dijî filistînîyên Taxa Şucaîyê ku ketîêye rojhilata Xezzeyê bi kar anî ku di encamê da zêde ji 80 filistînî hatin şehîdkirin û birîndarkirin. Pirranîya birîndarên vê êrişê şewitîne yan jî nuqsan bûne.
Rejîma Sîyonîst a dagirker pirranî jin ûzarokan li Zîvala Xezzeyê dike armanc. Tevgera berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) jî di daxûyanîyekê da cinayeta îro ya sîyonîstan a li Taxa Şucaîyê jînosaydeke herî giran zanî û pêgirî kir ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di vê êrişê da navçeyeek tijî sivîl û aware kir armanc ku di encamê da komkujî pêk hat, pirranî jin ûzarok hatin kuştin ûbirîndarkirin.
Hemasê herwiha hişyarî da ku ev cinayetên hovane ber çavên xelkên cîhanê û bi merema qirrkirin û tolistandina ji sivîlan tên kirin û yê bêbersiv nemînin.
Hemasê ji serok û rêvebirên welatên islamî û ereb xwest ku bi saya hemî emrazên zextê ji bo sekinandina demlidest a şêrr, rakirina dorpêçê û mehkemekirina cinayetkerên cengê yên sîyonîst bikevin dewrê.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 50 hezar û 846 kes hatine şehîdkirin û bi hezaran kes jî bêseruşûn û di bin kavilan da ne.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku zêde ji 60 hezar zarok ji ber bedxworakîyê li ber nexweşîyên bitaluke ne û daxistina derbasgehên Xezzeyê ser xwarek û dermîn da ev pirsgirêka girantir kirîye.