Adar 31, 2025 15:41 Asia/Tehran
  • UNRWA: Asta awarebûna bizorê li rexê rojavaya çemê Urdinê bêmînak e

Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) li rexê rojavaya çemê urdinê ragihand ku asta awarebûna bizorê ya li vê herêmê ji sala 1967ê va heta nika bêmînak bûye.

UNRWAyê ragihand: Qanûnên nû yên Israyîlê kar û çalakîyên me lawaz dikin. Rejîma dagirker piştî êrişa ser navendên UNRWAyê têkilîya me û berpirsên vê rejîmê qedexe dike.

UNEWAyê herwiha ragihand: Karmendên me hela jî li xalên lêgerînê ji hêla leşkerên rejîma dagirker va dikevin ber zext û zorê.

Vê ajansê herwiha ragihand ku biryara hikûmeta Trump a kêmkirina alîkarîyên derve, NY neçar kirîye ku biryarên dijwar bide. 

Serepeyv