Adar 29, 2025 19:29 Asia/Tehran
  • Hemas: Quds yê di navenda têkoşîna dijî dagirkeran da bimîne

Tevgera Hemasê pêgirî kir ku Quds yê di navenda têkoşîna dijî dagirkeran da bimîne û her hewla ji bo bicihkirina cihûyan û guhertina nasnama mizgevta Eqsayê ser navê cihûyan dê têk here.

Tevgera Hemasê di daxûyanîyeke bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da ragihand: Roja Cîhanî ya Qudsê di halekî da hat lidarxistin ku gelê Filistînê berxwedana efsanewî ya xwe himber destdirêjîyên hovcane yên Rejîma Sîyonîst ên dijî Xezze, rexê rojavaya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî û herwiha himber dorpêça tepeserker û destdirêjîyên berdewam ên dagirkeran ku her tiştî ji merivan bigire heta kevir û daran dikin armanc, didomîne.

Hemasê di daxûyanîya xwe da herwiha ragihand: Quds cewahira tacê û sembola doza Filistînê bûye û yê wek mêhwera şerê himber Rejîma Sîyonîst a dijmin û remaza yekitîya umeta islamî di şerê ji bo berevanîya ji nirxên pîroz da bimîne.

Di dawîya daxûyanîya Tevgera Hemasê da hatîye ku dijmin qet nikare vîna gelê Filistînê ku di rêya Quds û mizgevta Eqsayê da fidakarîyê dikin, têk bişkêne. 

Serepeyv